Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqîna Tiltemîrê şermezar kir

Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqîna Tiltemîrê şermezar kir

 

Rojava News: Serokatiya Herêma Kurdistanê bi  daxuyaniyekê  teqîn û êrîşê ku li Tiltemirê bu sedema gelek cangoriyan şermezar kir.  

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê  di derbarê   teqîn û êrîşên Tiltemirê de bi daxuyaniyekê got; “ Roja pêşemmê  10.12.2015an  carekî din terorîstan tawanekî nemirovane li xuşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê encam dan. Û  di encamê zincîreyek êrîşên  terorîstî yê  bi ser bajaroka Tiltemerê  dehan hemwelatî şehîd û birîndar bûn.”

 

Herweha  di hemen daxuyaniyê de hatiye ku; “ Em gelek bi tundî wê kiryara terorîstan şermezar dikîn. Ew kiryar carekedin nişaneya  tirsonektiya  terorîstaye ku negirêdayî tu bihayekî mirovî û asmanî ne. Em serxweşiyê li gelê xwe yê li Rojavayê Kurdistanê û li kesukarê şehîdên wê rûdawa diltezîn dikîn û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn.”

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniyêde carekedin  dubare dike ku “Kirdarên bi wî awayî îradeya me hemû aliyek ya rûberûbûn û têkşikandin û jinavbirina terorîstan û dijminên mirovayetiyê bihêztir dike û cara dawî jî serkeftin û serbilindî ya gelê meye û şikest jî ji bo terorîstan dimîne.

 10:09:42