Rêxistina terorîstî DAİŞê jinek Afrînî kuşt

Rêxistina terorîstî DAİŞê jinek Afrînî kuşt

Rojava News: Malbateke Afrînî ji ber ku Tirkiye derfet neda wan derbasî Tirkiyeyê bibin ketin destê DAİŞê û ji wê malbatê jinek hate kuştin.

Li gorî agahiyên gihane destê Radyo Rojava News;  Malbateke 3 kesi yê Afrînî berî niha bi du mehan xwestin di sînorê di navbera Babılselam û Kilisê re derbasî Tirkiyeyê bibin, lê belê leşkerê Tirkan yê ser sînor derfet nedan wan da derbas bibin.

Dayik, Bav û zaroka wan yê kur vê care li navçeya Azazê bi rê ya kaçakçiyan xwestin  di cîhekîdin re sînor qutbikin  da derbasî Tirkiyeyê bibin.

Lê belê li nêzîki Raqqayê Malbata Afrînî kete destê DAİŞê, û bi sedema ku Kurdin 2 mehan di destê rêxistinê de girtî man.

Herweha piştî dû mehan DAİŞê Hiseyn Nehsan  û kurêwî serbest berdidin û ji wana re dibêjin Hevserawî miriye.

Malbata Hiseyin dema kete destê DAİŞê jin û zilam ji hevdû cudakirin, bav û kurêwî birin cihekî, jin jî birin cîhekî din, û di wan herdu mehanda ew malbat tuşî gelek işkenceyan jî maye.

12:18:49

 

Li gor zanyariyên hatine wergirtin DAİŞê bê ku tû agahî di derbarê mirina Jinê de bidê gotine “termê xwe bigrin û jivir biçin”

Hiseyn Nehsan û kurê wî termê xwe birin gundê xwe yê bi nave Dimiliya.