Rojava News: Li Bakurê Kurdistanê pas a xwendekarên ku dê bikevin ezmûnê û traylerekê li ser rêya Wan û Erdîşê serî bi serî li hevketin , di buyerê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Wanê îro sere sibehî li rê ya Wan û Erdîşê qezaya wekû karesatekê rû da.
Pas a ku xwendekarên bikevin ezmûnê ji Çildiranê dihatin Wanê û TIR’ekî li ser rêya Wan-Erdîşê ser û ser xwe li hev qelibîn, piştî vê qezayê otomobîlekedin jî li wan qelibî .
Li gor agahiyên hatine bidestxistin di wê qezaya zencîrî de zêdetirî 11kesên di minîbusa xwendekaran de jiyana xwe ji dest dane û gelek birîndar jî hene.
12:36:35
