Rojava News: Komîteya Berhemên Dîrokî daxuyand ku, li gundê Elbîse yê bi ser Efrînê ve gundekî kevnare hate dîtin. Tê texmînkirin bi sedhezaran sal dîroka gund heye. Piştî ku komîteyê agahdar kir, ekîbên pispor dest bi xebatê kirin.
Piştî vê xebata ku ew demeke dimeşê; tabloyên dîrokî, Melekê Tawus, werdek, xezal, hesp, gor, bîrên avê û fîgûrên mîmarî hatine dîtin.
Arkeologê pispor Hemîd Nasir Elebîske destnîşan kir ku gund weke Xerabê Kuliyê tê naskirin û wiha pê de çû bermayiyên li gund digihê serdema Romayîya.
Gundê ku li xebatên kolandinê dewam dikin ji aliyê hêzên asayîşê ve tê parastin.
12:51:27
