Rojava News: Duh taxa şex Maqsûd ya Kurdan li helebê ji aliyê Eniya Elnûsra ve hate bombebarankirin.
Li gorî agahiyên Rojava News ku duh, Eniya Elnûsra şaxê Elqaydê li Sûriyê bi topên Hawinê êrîşî taxa Şêx Maqsûd ya kurdan li Helebê kir, û ew topbaran derdora yek demjimêrê berdewam kir.
Herweha di encama wê yekê de ziyaneke madî mezin geheşta malên welatiyan, û sivêlek bi sivikî birîndar ket.
Hêjayê gotinê ku ev demeke taxa Şêx Maqsûd bûye armanca girupên Îslamî yên tundirew.
Nalîn Hesen
10:52:48
