Dêrik.. gundê Siwêdiyê ji duh ve dorpêçkiriye û çekdarên PYDê êrîşî malan dikin

Dêrik.. gundê Siwêdiyê ji duh ve dorpêçkiriye û çekdarên PYDê êrîşî malan dikin

Rojava News: Ji duh êvarî ve, çekdarên PYDê gundê Siwêdiyê dorpêç kirine ji ber ku welatiyên wî gundî êrîşî navenda asayîşa PYDê kirin bo ku xortên xwe ji dest wan rizgar bikin.

Yek ji gundiyan ji Rojava News re eşkere kir ku ta niha gundê wan dorpêçkiriye, herweha çekadaran çûn û hatin di nava gund de qedexe kirine û elktirîk li ser gund birîne û hemû dibistan jî girtine.

Navborî lêzêde kir ku çekadrên PYDê otombîlên xwe yên leşkerî ku çekên Doşka hilgirtine li derdora gund belav kirine , û bi sedan çekdarên wan di nava gund de ne û êrîşî malan dikin û gelek xelek û malbat ta niha girtine.

Heman jêderî tekez kir ku navê girtiyên hatine naskirin ta niha ev in: Elî Badir û keça wî Sîpan, Mihemed Badir, Salih Badir, Ebdelkerîm Elyan, Hesam Mihemed Beşar, Elî Cindî û hevjîna wî Xezala Cindî, Dîlber Cindî, Ehmed Caralaa, Xişman Caralaa, Hikmet Niemat û Rodî Hesen Feqe.

Di heman demê de, duh êvarî çekdarên PYDê gundê Rekava ya bi ser Dêrikê ve dorpêç kirin û çend endamên Partiya Demqrat a Kurdistan Sûriya girtin bi hinceta leşkeriya neçarî.

Nalîn Hesen

10:55:37