Civîneke girîng di navbera Washington, Enqere û Hewlêrê de tê lidarxistin

Civîneke girîng di navbera Washington, Enqere û Hewlêrê de tê lidarxistin

Rojava News: Biryar e di vê mehê de civîneke lutke di navbera Amerîka, Tirkiye û Herêma Kurdistanê de were lidarxistin.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî armanca wê civînê eşkere kir û got: “Armanca civînê zêdekirina hemahingiyê ye di navbera hersê aliyan de bo şerê li dijî DAIŞê.”

Husên derbarê vê mijarê de wiha got: “Haya Hikûmeta Iraqê ji civînê heye û dibe ku li Herêma Kurdistanê were lidarxistin.”

Derbarê kontrolkirina bajarê Mûsilê jî, ku ev sal û nîvek di destê DAIŞê de ye, Fûad Husên ragihand: “Divê xwendineke baş ji wî bajarî re were kirin û divê em alîkariya Artêşa Iraqê bikin.”

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha domand: “Artêşa Iraqê hêj ji aliyê leşkerî ve ji şerê Mûsilê re ne amade ye. Dema şerê Rûmadî bi dawî were, dê Artêşa Iraqê amade bibe û Hêzên Pêşmerge û hevpeymaniya navdewletî dê alîkariya wan bikin.”

11:16:09