Li Eskê Mûsilê pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê êrîşeke DAIŞê têkbirin

Li Eskê Mûsilê pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê êrîşeke DAIŞê têkbirin

Rojava News: Duh rêxistina terorîstî DAIŞê êrîşî pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê li Eskê Mûsilê kirin, lê pêşmergeyan êrîşa wan têkbirin.

Li gorî agahiyên Rojava News, duh sibehê terorîstên DAIŞê hewl dan bi riya otombîlên mayînkirî êrîşî pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê li Eskê Mûsil, Waaliyê û mihwerê Keskê bikin, lê yek ji wan otombîlan li nava xendeqkekê ku ji aliyê Pêşmergeyan ve hatibû kolan teqiye û hemû terorîstên di wê otombîlê de hatin kuştin.

Herweha şer û pevçûnên giran di navbera rêxistina terorîstî DAIŞê û pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê derdoa 5 demjimêran li wê deverê berdewam kir, û pêşmergeyan çekên giran bikar anîn û hejmarek zêde ji terorîstên DAIŞê harin kuştin û êrîşan wan bi temamî hate pûçkirin.

Nalîn Hesen

12:21:04