Rojava News: Li Rojavayê Kurdistanê gundekî bi ser Dêrikê ji aliyê hêzên Asayişa PYDê ve hatiye dorbeçkirin û male welatiyan bi zorê tê kontrolkirin da gêncan bibin leşkeriya neçar.
Li gorî zanyariyên gihane destê Radyo Rojava News; Asayîşa Dêrikê ya bi ser PYDê duhî avête ser gundê Swêdiyê û 9 ciwanên gund girtin.
Herweha di wê derbarê de Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Demokrata Kurdistanê –Sûriyê Omer Koçerî ji malpera Welatî re ragehandiye ku: “Ji doh de gundê Siwêdiyê ji aliyê Asayişa PYDê hatiye dorpêçkirin, asayişa PYDê hêzek mezin anîna deverê û hemî riyên gund kontirol kirine.”
Li gorî hurgûliyên ji deverê jî hatine wergirtin; Malbatê 9 ciwanê ku ji aliyê asayîşa bi ser PYDê ve hatibûn girtin nerazîbûn nîşandan û zarokê xwe ji destê asayîşê rizgarkirin.
Herweha wê care Asayîşa Dêrîkê berê sibehî avêtiye ser gund û 16 kes binçavkirine.
Li gorî hatiye îdîakirin nav kesên ku niha girtîne de keçekê 7 salî jî heye.
22:01:56
