Li Cizîr û Silopiyê careke din derketina derve qedexeye!!

Li Cizîr û Silopiyê careke din derketina derve qedexeye!!

 

Rojava News: Parêzgeriya Şirnexê ragihand ku îşev ji demjimêr 23:00 û pê de li navçeyên Cizîr û Silopiyayê qerketina derva hatiye qedexekirin.

 

Parêzgeriya Şirnexê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku“ Ji ber ewlehiya herdu navçeyan da xendek bêne girtin, barîkat bêne rakirin û xwenîşander bêne girtin hêzên ewlehiyê dê dest bi operasyonek bê pêkanîn dê îşev demjımêr li 23:00yan qedexeya derketina derve detpê bike.”

 

Li gor ji deverê hatiye ragihandin piştî ragihandina qedexeya derve welatiyên herdû navçeya, yê male wan nêzîkî xendekan tiştêxwe yê sivik bardikin û berbi bakêrê Betman û Mêrdînê ve koçdikin.

 

Li gor hatiye zanîn PKKê jî da welatî male xwe çol nekin dest datînin ser ototmobîlan û li ser rê yên serekejî barîkata datînin.

 

Di vê derbarê de Parlementerê HDPê yê Edenê Meral Daniş Bêştaş got; Qedexekirina derketina derve ne zagoniye û ne li gor rêkeftinên navnetewîne.

 

Tê texmînkirin ku ji ber  qedexekirina derva û şer û pevçûnan jimareyeke  mezin welatiyê deverê male xwe çolbikin.