Artêşa Azad a Sûriyê alîkariyên Rûsyayê redike

Artêşa Azad a Sûriyê alîkariyên Rûsyayê redike

Rojava News: Artêşa Azad ya  dijbereya Sûriyê ew daxuyaniya ku artêşa Rusyayê alîkariyê didê wan red kirin  û got tu alikariyê artêşa Rûsî wernegirtine.

Berî niha Artêşa Rûsyayê aşkere kiri bû ku, wan çek û pere ji Artêşa Azad ya dijbereya  Sûriyê re şandine, rojane jî ji esmanan ve piştgiriya şervanan Artêşa Azad  dikin.

Serokerkanê Rûsyayê, Valery Gerasimov, ragihandiye ku ew rojane di navbera 30-40 operasyonên esmanî wek piştgiriyekê ji pêşdeçûna şervanên Artêşa Azad re encamp didin.

Artêşa Azad ya  dijbereya Sûriyê ew daxuyaniya ku artêşa Rusyayê alîkariyê didê wan red kirin  û got tu alikariyê artêşa Rûsî me wernegirtiye û em wernagrin.

Ji 30ê Îlona borî ve, Rûsyayê dest bi operasyonên esmanî li Sûriyê kiriye, Artêşa Azad jî berdewam radighîne ku, firokeyên Rûsî pêgehên wan bombebaran dikin.