Rojava News: Duh, rêxistina teroristî ya bi navê DAIŞê topên Hawinê avêtin ser gundekî li bajarê Kobanî.
Li gorî agahiyên Rojava News, rêxistina teroristî ya bi nave DAIŞê, duh bi topên Hawinê gundê Girê Ebrî li gundewarê rojavayê Kobanî topbaran kir.
Herweha, di encama wê topbaranê de 2 zarokên 7 salî ku ji malabta Hemoş birîndar ketin, û li gorî zanyariyan ew hatin veguhestin bo nexweşxaniya Elemal li bajêr.
Tê zanin ku DAIŞê bi berdewamî bi taopan gundewarên Kobanî topbaran dikin, ku eve bûye sedem ku bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Nalîn Hesen
09:07:35
