PDKê bersiva KCKê da: We ji bo kurdan çi kiriye?

PDKê bersiva KCKê da: We ji bo kurdan çi kiriye?

Rojava News: PDKê di daxuyaniyekê de bersiva KCKê da û ragihand: "Leşkerên tirk eger hatibin sînorê herêmê û cihên din, ji ber we û siyasetên we yên şaş bûye." PDKê bi tundî rexne li KCKê girt û got: "Jibilî derxistina arîşe û pirsgirêkan we ji gelê kurd re çi kiriye?"

 

Doh Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyeke nivîskî de bersiva Koma Civakên Kurdistanê (KCK) da.

 

Berdevkekê bi navê PDKê di bersiva daxuyaniya KCKê de got: Koma Civakên Kurdistanê (KCK) roja sêşemiyê 15-12-2015 daxuyaniyek li ser rewşa siyasî belav kiriye ku mixabin wek herdem bi rihekî dijminkarî li dijî PDKê hatiye nivîsandin û êdî li ser wê yekê hîn bûne her arîşeyek hebe, her şikestek ku di siyaset û karên wan de rastî wan were, bê du silî bi neheqî dixin stuyê PDKê û PDKê bo peçandina kirêtî û şikestên xwe bi kar tînin.

 

PDK bi tundî siyaseta KCKê rexne dike û dibêje: Wisa xuya dike ku ti erk û karê wan nebe jibilî dijatîkirina PDKê û belavkirina şirove û nirxandinên bêbingeh û tenê xwe dema xwe ji çêkirina arîşeyan re veqetandine.

 

Di daxuyaniyê de hatiye; "Ku tirk hatin sînorê herêmê û cihên din, ji ber we û siaysetên we yên şaş bûye. PDK çima zerîbeya siyaeta we ya şaş bide, PDK êdî çi ji we re bike? Ji ber gellek mijar û sedeman Partiya Demokrata Kurdistanê heta ew zilm zordariyên we jî ji çavê gel veşartine, ku we di derheqê gelê Kurdistanê û axa Kurdistanê de kirine."

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de PDK tekez dike, ku KCK bûye sedema pirsgirêkan bo Herêma Kurdistanê û ji xelk û tevgera rizgarîxwaza kurd re serêşiyan û arîşeyan derdixe.

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de, PDKê amaje bi wê kiriye, ku zêdetirî 500 gund û deverên Herêma Kurdistanê wêran bûne û jiyan têde nemaye û ji ber wê yekê KCKê tohmetbar dike.

 Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: "Têkdana jiyana kurdan bûye karê we. A niha jî ji ber we hejmareke zêde ya gundên Bakur jî wa jiyan têde namîne û ji ber siyasetên we yên nerast, xelkê wê deverê jî jiyan û aramiya wan têk çûye û aware dibin."

 

Di dawiya daxuyaniyê de jî PDK tekez dike: "Êdî dema wê yekê hatiye ku xelkê Kurdistanê we û bingeha we û kiryarên we nas bike. Bila werin bipîwin ku we jiyana xelkê Kurdistanê têk daye yan jî PDKê."