Rojava News: Artêşa Tirkiyê Ji bo rê girtina sînorê di navbera bakûrê kurdistanê û Afrînê yê Rojavayê kurdistanê de, li gundê Meydan ekbes li navçeya Reco dest bi avakirina dîwaran dike.
Li aliyê başûr û rojavayê Efrînê jî, Artêşa Tirkiyê ji gundê Etmê yê Idlibê ta gundê Hemamê bi dirêjahiya 10 km dîwaran ava dike, ku berya niha li aliyê rojhilatê Efrînê li ser sînorê Tirkiyê dîwarek bi dirêjahiya 5 km ava kiri bû.
Her weha li heman devera ji bo rêgirtina pêşiya welatiyan mayinên ku berê danî bûn bi sedema avakirina diwar berî niha bi hefteyekê dest bi rakirina wan kir.
Lava Abdo
