Çilaxa.. Şandeke dezgeha şehîdên Kurdistana_ Sûriya seredana nivîsgeha PDK-Sê dike

Çilaxa.. Şandeke dezgeha şehîdên Kurdistana_ Sûriya seredana nivîsgeha PDK-Sê dike

Rojava News: Bi mebesta duristkirina amareke taybet ji navê tevahiya şehîdên kurdistana Sûriyê re û belgekirina pakrewaniya wan Duhî roja sêşembê, şandeke dezgiha şehîdên Kurdistana_ Sûriya ji bo alîkarî û xizmeta kesûkarên şehîdan seredana nivîsgeha partiya Demoqrata Kurdistan –Sûriya ya bajarokê Çilaxa kir

Şanda navborî ya pêk dihat ji herdu endamên komîteya navendî ya PDK-Sê Perîxan Dawûd û Mihemed Sadûn diyar kir ku di rêznameya kar û çalakiyên wan de ji bo malbatên şehîdan bi radestkirina kerteke tenduristyê ji wan re bi armanca çareserkirina wan ya pizîşkî û tenderustî û peydakirina dermanên pêwist ji nexweşên wan re.

Hêjayî gotinê, dezgeha şehîdên Kurdistan- Sûriya hatiye damezrandin ji bo guhdan û alîkariya kes û malbatên şehîdên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê û şehîdên serhildana Qamişlo, her weha çi  kesê ku di girtîgihên desthelata Sûrî de şehîd bûye.

Rifat Hacî