Roja Ala Kurdistanê li çar perçeyan tê pîrozkirin

Roja Ala Kurdistanê li çar perçeyan tê pîrozkirin

Rojava News: Ala Kurdistanê di sala  1945a berî niha bi 70 salî li ser asmanê Komara Mahabadê berbi esmana ve bilind bû.

 

Ala Kurdistanê,  cara ewil  bi fermî  17ê Kanûna 1945ê li ser banê Komara Kurdistanê û ji aliyê yekemîn Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed ve hat bilindkirin.  

 

Hemen Ala Kurdistanê  di sala 1919an de rengên wê ji aliyê Mîr Emîn Alî Bedirxan hatiye bijartin û yekemîn car di sala 1920an de, ji rex Elî Şêr û hevalên wî ve li ser çiyayê Qoçgêrê yê Dersîmê  hatiye bilind kirin û duyemîn carê, di sala 1927an de ji rex Îhsan Nûrî Paşa li ser çiyayê Araratê hatiye bilind kirin. Herweha di salên 1927-30 de jî ji aliyê rêberê serhildana Agirî, Ihsan Nûrî Paşa ve hatibû bilindkirin lê ew jî ji ber şikandinâ serhildanê dirêj nekir.

 

Parlamentoya Kurdistanê jî  di  sala 2004ê biryar da êdî her sal roja 17ê Kanûnê wek “Roja Ala Kurdistanê” bê pîrozkirin.  Ji wê demê ve heta niha ne tenê li Başûrê Kurdistanê lê li tevahiya Kurdistana mezin û cîhanê ev roj tê pîrozkirin.

 

Ala Kurdistanê bi rengê xwe û wateya xwe êdî bi Kurda re buye yek, buye sembola 4 pereyên Kurdistanê.