Li Naweranê DAIŞê darbeyek giran xwar!

Li Naweranê DAIŞê darbeyek giran xwar!

 

Rojava News: 12 otombîlên bombekirî yên DAIŞê û embarek çek û teqemeniya wan hatin teqandin.

 

Hêzê peşmergeyên Zêrewanî yê  Kurdistanê dohî derengiya şevê  li Naweranê  ziyanekî mezin gihandin çekdarên DAIŞê, jibilî teqandina 12 otombîlên bombekirî, embarek çek û teqemeniyên DAIŞê jî teqandin û hejmarek gelekî mezin ji DAIŞê kuştin.

 

Herweha êrîşên çekdarên DAIŞê li eniyên  Naweran, Başîk, Til Eswed, Xazir û Çiyayê Zerdik bûn, lê hemû êrîş hatin têkşikandin.