Rojava News: Wezîrê Berevaniya Amerîka Ashton Carter piştî serdana Bexdayê vê sibehê ji giha Hewlêrê.
Wezîrê Berevaniya Amerîka Ashtin Carter, ji Bexdayê derbasî Hewlêrê bû û ji aliyê alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Wezîrê demkî ê Pêşmerge Kerîm Sincarî ve hat pêşwazîkirin.
Tê payinkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîka Ashtin Carter li ser şerê DAIŞê her wiha operasiyona Mûsilê û li ser alîkarîkirina YPGê jî gotûbêj bikin.
