Rojava News: İro li kampa Dareşekranê ya penaberên kurd li herêma kurdistanê weke her şiwêneke ku kurd lê dijîn şanazî bi roja ala kurdistanê tê kirin
Rêxistina PDK-Sê ya xwecihiya Dareşekranê bi çalakiyeke taybet de vê hilkeftinên îro bi şawendeke gelêrî şahiya ala rengîn pîrozdike.
Mamosta İdrîs Şikûr berpirsê rêveberiya xwecihî di derbarê şahiya Ala Kurdistanê de ji Rojava News re got; “Me pirogramek amade kiriye liser sê beşan, beşê pêşî şêwekariye ji serê sibihêde dest pêkirine bi nexşandina alaya Kurdistan li ser çend dîwarên mezin , beşê diwêm belavkirina aleyên Kurdistan li ser malên nişteciyên kampê,, ya siyem jî meşeke cemaweriye di kolanan serekî re bi bilinkirina alaya kurdî û pêşwaziya nawçeya Xanzade ya PDK û rêveberiya kampê û hin mihvanên me ji ENK-Sê nûneratiya herêmê ji hewlêr .
Hêjaye gotinê ku dibistana Dareşekranê bi rengek hunerî û bi şahiyekê ev roj hate pêşwazîkirin.
Rifat Hacî
