Rojava News: Çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk rê nedan ku alîkariyên Dezgeha Xêrwazî ya Barzanî derbasî bajarê Til Temirê bibin.
Malpera fermî ya PDK-Sê ragihandiye, Duh 17 Kanûnê Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Til Temirê xwest ku alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bighîn xelkê Til Temirê, ku berî çend rojan rastî êrîşên xwekujî hat û bi dehan kesên sivîl şehîd û birîndar bûn. Herwiha Çekdarên PYDê li Tiltemitê nehiştin ku alîkarî di riya endamên ENKSê re bêne belav kirin.
Wan Çekdaran xwestiye ku wêneyê Barzanî ji ser otombîlan were rakirin, herwiha daxwaza lîsteya nave wan kesên ku wê alîkarî bighê wan.
