Asayîşa PYDê a Dêrikê Endamê Polîtburoya PDK-Sê Ebdulkerîm Mihemed girt

Asayîşa PYDê a Dêrikê Endamê Polîtburoya PDK-Sê Ebdulkerîm Mihemed girt

Rojava News: Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Ebdulkerîm Mihemed ji ber çalakiya Roja Alaya Kurdistanê li bajarokê Girkê Legê ji aliyê Asayîşa Dêrikê  ya bi ser PYDê hate girtin.

 

Endamê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Sadûn Derbarê vê mijarê de, li ser rûpela xwe ya Facebookê belavkiriye ku şevê din saet 11an du otomobîlên Asayîşa Dêrikê, êrîş birine ser mala Endamê Polîtburoya PDK-Sê Ebdulkerîm Mihemed, ew girtine û ber bi cihekî ne diyar ve birine û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.

 

Endamê Polîtburoya PDK-Sê Ebdulkerîm Mihemed, ligel wê şandeyê bû ku serdana gundê Siwêdiyê kiribûn, herwiha beşdarî çalakiya pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê bûbû ku li bajarokê Girkê Legê birêve çû û Asayîşa PYDê jî astengî derxistin.