Keştiyekedin binav bû: 18 kesan jiyana xwe ji dest dan

Keştiyekedin binav bû: 18 kesan jiyana xwe ji dest dan

Rojava News:  Li Tirkiyeyê li peravên Muxlayê bi sedema binavbûna keştiyek ya koçberan 18 kes xeniqîn,  14 kes jî bi birîndarî rizgar bûn.

Keştiya ku  koçber tê de bûn û ji navçeya Bodrûm Mûglayê berê xwe da Girava Kalîmnos a Yewnanîstanê, duh bi şev li Derya Egeyê binav bû.

Tîmên Ewlekariyê yên Peravê, 18 cesed ji nava deryayê derxistin. 14 kes jî bi birîndarî hatin rizgarkirin.

Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bodrûmê û nexweşxaneyên taybet ên li navçeyê.

Cenazeyên 18 koçberên jiyana xwe ji dest dan, ji bo otopsiyê rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya Mûglayê.

Du kes jî bi tohmeta bezirganiya mirovan hatin binçavkirin.