Di şer û pevçûnên Cizîrê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da!

Di şer û pevçûnên Cizîrê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da!

Rojava News: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku  ew 6  roj in qedexeya derketina derve didome, îro di encama aloziyên derketî de leşkerek ê Tirkiyê hat kuştin.

Herweha êrîşên hêzên dewletê bê navber berdewam dikin û dê encama êrîşan de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn û zarokê bi navê Îbrahîm Akan ê 15 salî jî hat kuştin.

Li navçeya Cizîrê 14ê Berfanbarê saet 23.00yê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û piştre artêşa Tirkiyeyê ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hêza xwe veguhestibû navçeyê.

Operasyonên hêza Tirkiyê piranî li taxa Cudî, Nûr, Sûr û Yasefê yên Cizîrê dijwar dibe.

Li 4 taxên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bo heyama 7 saetan qedexeya derketina derve hat rakirin.