Rojava News: Li navçeya Silopî ya Bakûrê Kurdistanê di topbarana hêzên dewleta Tirkiyê bi ser malekê de 2 zarokan jiyana xwe jidest da.
Li Silopî ya bi ser Şirnexê operasyona hêzên dewleta Tirk berdewam dike. Hêzên dewletê bi tank û topan di nav kolanên bajar de pêşve diçin.
Di encama topbarana şevê din a li Taxa Nuhê ku topek li malekê ket û bû sedem 2 zarokê din jiyana xwej jidest bidin.
Cenazeyê herdu zarokan ji aliyê welatiyan ve ji bin xirabeyên malê hatin derxistin.
