Rojava News: Serkirdeya PYDê Ilham Ehmed li ser malpera welatî net di derbarê xwepêşandanên li dijî biryarên xweseriya demoqratîk li Sûriyê de ragihand ku “ew kar hemû dikevine berjewendiya rêjimê de û ew agehnameya (ajandeya) dewleta tirk ferzdikin”
Di dema ku ENK-Sê me bi peyvendiyên li gel rijêma Esed tuhmetbar dike, hemendemê jî ew tu pirojeyên gûhartinê pêşniyar nakê, ji ber ew alavên hinkesêndin in ji bo destêwerdana derve di sûriyê de .
Ehmed, her weha di derbarê agahiyê serokê ENK-Sê Ibrahîm Biro de jî got; Di navbera helwesta Biro û rijêma Esed de li ser xweseriya demoqratîk tû cudahî tunneye, ji ber ku di dema me rêbazên xwendina kurdî feriz kirin, rêjimê deriyê dibistanan girt, û alîgirên ENK-Sê jî bi mehaneya Edlecekirina rêbazên xwendinê dest bi rewiştên xirab kirin.
Her weha Ahmed got; Kesê ku behweriyan bi raman û karên xweseriya demoqrat tunnebê bila derkevin dervayî Sûriyê, ji ber ku avakirina Sûriyeke demoqratîk mafê netewi yê kurdan diparêze.
Rifat hacî
