Terorîstên DAIŞê 400 jin li Minbicê girtin

Terorîstên DAIŞê 400 jin li Minbicê girtin

Rojava News: Ev 2 rojên terorîstên DAIŞê bi sedan jin li bajarê Minbicê li gundewarên Helebê girtin û ta niha ew girtin berdewam dike.

Li gorî agahiyan, rêxistina terorîstî DAIŞê rêbendên xwe di nava bajêr de belav kirine û her zilamek ku jineke li gel wî be digire, û jinan li mizgefta Pakrewanan kom dikin.

Heman jêderan piştrast kirin ku Ta niha derdoa 400 jinan hatine girtin û sedema girtina wan jî nayê zanîn.

Hêjayê gotinê ku gelek xwepêşandan li dijî rêxistina terorîst li wî bajarê hatine birêve birin, lê di encam de ta niha DAIŞê ji wê deverê derneketiye û bi berdewamî welatiyan digire û dikuje.

Nalîn Hesen

10:54:08