Hevpeymaniyê dest bi operasiyoneke tundî li dijî DAIŞê li gundewarên Kobanî kir

Hevpeymaniyê dest bi operasiyoneke tundî li dijî DAIŞê li gundewarên Kobanî kir

Rojava News: Balafirên hevpeymaniya navdewletî dest bi operasiyoneke tundî li dijî DAIŞê li gundewarên Kobanî kir.

Hin jêderên leşkerî tekez kirin ku Balafirên hevpeymaniya navdewletî dest bi operasiyoneke tundî li dijî DAIŞê li gundewarên Kobanî kir û çend êrîş li başûrê Cerablusê û bajarokê Sirînê pêk anîn.

Herweha li gorî agahiyan ku hêzeke leşkerî gihiştiye Kobanî ta ku bajarokê Sirînê û bendava Tişrîn ji destê DAIŞê rizgar bikin.

bendava Tişrîn li ser çemê Firatê ye , û 70 km dûrî Kobanî ye û 115 km dûrî Helebê ye, û tenê 80 km dûrî sînorê Tirkyayê ye. Herweha hemû elktirîka Helebê û gundewarên wê ji wê bendavê ye.

Nalîn Hesen

11:21:17