Rojava News: Di roja 17 kanûnê xelkên bajarokê Girgê Legê wekû hemû kurdan çalakiyek lidar xistin bi helketa roja aleya Kurdî, û aleyek bi dirêjahiya 100 mitran bilind kirin lê çekdarên PYDê bi agirkujan ava ku maddeya Al Fom ya kîmyayê têde bû li welatiyan û li ala Kurdî reşandin , û gelek kes girtin û otombîlên wan şikandin.
Li gorî Yekîtiya Mîdya ku gelek welatiyên Kurd yên ku di wê çalakiyê de beşdar bibûn rastî nexweşiyên çermî hatin ji ber ew maddeya Kîmyayê ya di avê de ku ji aliyê PYDê de hatibû bikar anîn.
Li gorî agahiyan ku ava ku di otombîlên agirkujan de maddeya Al Fom ya ku agir dikuje heye, û metirsiya wê maddeya gelekî li ser mirovan heye ku gelek caran hesesiyê û xwirê di çerm de çê dike.
Li gorî heman malperê ku dû karkirên PYDê qebûl nekirin ku avê li welatiyan birşînin ji ber vê jî çekdarên PYDê ew girtine.



Nalîn Hesen
