Rojava News: Nuçegihanê Rojava News li kampa Daraşikranê ragihand ku rêveberiya Kampê bi alîkariya UN, îro 240 qayde anku bingeh li ser penaberên Kobanî yên li wê kampê dimîn belav kirin.
Rifet Hacî Nuçegihanê me li DaraŞikranê eşkere kir ku wê rojane 40 malbat bêne veguhestin bo wan bingehan, û wê di dema bê de 300 bingehên din jî bêne avakirin bo penaberên din li heman kampê.
Nuçegihanê me da zanîn ku rêveberiya kampê alavên veguhestinê ji wan malbatan re dabîn nekirin.
Nalîn Hesen
