Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser operasyona girtina ciwanan dikin!

Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser operasyona girtina ciwanan dikin!

Rojava News: Hêzên ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li aliyekê û hêzên Hikûmeta Sûriyê li bajarê Hesekê dest bi operasyona ciwanan bo leşkeriya neçar kirine.

 

Hêzên polîsên ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve doh sibehî li bajarê Hesekê, dest bi operasyona  girtina ciwanan ji bo leşkeriya neçar kirin.

 

Li gorî nuçeya daketiye ser malpera Rudaw: Komên hêzên polîsên leşkerî bi otobusekê li nêzîk geraca Dibistana Emel, li gaziya Merşo, Sînalko û xala kontrolê ya Sebax ciwanan digirin.

 

Hat zanîn di vê operasyona girtinê de, herî kêm 15 ciwan hatine girtin, ku 4 ji wan ereb in.

 

Li gor heman nuçeyê: Di heman demê de hêzên Hikûmeta Sûriyê jî li navenda bajarê Hesekê hemleya girtina kesên temenê wan di navbera 18-42 salan de ye dest pê kirine û wan bi zorê dibin leşkeriyê.

 09:43:00