Elî Ewnî: Çima meş li Kurdistana Sûriyê ji Besiyan re azad in, lê ji Kurdan re qedexe ne

Elî Ewnî: Çima meş li Kurdistana Sûriyê ji Besiyan re azad in, lê ji Kurdan re qedexe ne

Rojava News: Endamê Serkirdatiya PDKê Elî Ewnî derbarê êrişa ser Ala Kurdistanê li bajarokê Girkê Legê bi tundî rexne li PYDê girt û got: “PKK/PYD bi wê helwesta xwe xwe xistine di heman çepera MHPê û Devlet Bahçeli de.”

Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî îro beşdarî bultena nûçeyan a Rojavayê Kurdistanê bû û li ser bûyera êrişkirina ser Ala Kurdistanê ji aliyê çekdarên PYDê li bajarokê Girkê Legê axivî û rexneyên tund li Partiya yekîtiya Demokratîk (PYD) girt.

Elî Ewnî got: “PYD û PKK xwe xistine kuncikek xirab û şaş ku djatiya Ala Kurdistanê û sembola netewî ya kurd dikin. Ew sembola Kurdistanê ye û Ala Komara Kurdistanê û Pêşewa Qazî Mihemed e û emanetî Barzanî hatiye kirin, piştre li beşekî azad ê Kurdistanê hatiye qebûlkirin.”

Ewnî bi tundî rexne li PYDê girt, ku li dijî Ala Kurdistanê derdikeve û bang li PYDê kir û got: “Eger ala te nîne, asayî ye, lê belê tu nikarî dijatiya wê bike. Ev al, li cem beşeke mezin a kurdan sembol e.”

Ewnî bang li PYDê kir û got: “Çima meşên Beisiyan li Rojava azad in û bêy îzna we birêve diçin, hûn dijatiya wan nakin, lê belê hûn dijatiya wê perçeyê kurdistanê yê serxwebûnxwazê dikin ku îtirafê bi Ala Kurdistanê, komara Kurdistanê, dîroka Kurdistanê û nirxên netewî yên Kurdistanê dike.”

Li ser destwerdana hêz û aliyên Başûrê Kurdistanê di Rojavayê Kurdistanê de jî Ewnî red kir, ku wan destwerdan kiribin û tekez kir, ku ew hewl didin piştgîriya Rojavayê Kurdistanê bikin.

Elî Ewnî got: “Em destwerdanê nakin. Serok Barzanî gellek hewl dan ku PYD û ENKS lihev bikin û ji wê rewşa ku li devera Rojhilata Navîn hatiye pêş mifayê werbigrin û statuyekê ji kurdên Rojavayê Kurdistanê re bidest bixin.”

Ewnî amaje bi metirsiya rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê kir û got, ku eger rewş bi wî awayî berdewam be, dibe ku kurd li Rojavayê Kurdistanê ti destkevtan bidest nexin.

Ewnî wiha got: “Niha PYD ne rêkevtinek bi Sûriyê re kiriye û ne jî bi dijbereyê re, ew rewş dê bi dawî were û gelê kurd li Rojava bi vî awayî nagihîje ti destkevtî.”

Endamê Serkirdatiya PDKê di berdewamiya axavtinên xwe de rexne li siyasetên PKKê û PYDê girt û got: “Mixabin niha PKK û baskên wê weke PÇDK, PYD, YPG, HPG, PJAK, YPŞ ligel Dewlet Bahçeli û Îranê ketine çeperekê û dijatiya Ala Kurdistanê dikin. Sekinîna di heman çepera MHPê û Devlet bahçelî de şerm e. Ew li dijî me, gelo tu çima li dijî me yî?”

Elî Ewnî daxuyaniya "Kantona Cizîrê" y PYDê ya derbarê bûyerê de jî da ber rexneyê tûj û wiha ragihand: Gelo çima Ala Kurdistanê gerek jibo ewlekariya we bibe xeter? Ma bombeyên atom di destê xelkê de bûn? Çima rêzgirtin li al û sembolên netewî û xebatkarên tevgera kurdî jibo we xeter in?

Elî Ewnî amaje bi hewldan bo çêkirina balansekê li Rojavayê Kurdistanê kir û destnîşan kir: “Me hewl dan. Rêkevtina Hewlêr a yekem, rêkevtina Hewlêr a duyem û rêkevtina Dihokê, wan îmza jî kir.  Lê Salih Muslim li wir li Hewlêrê bû û serkirdatiya wan peyam da ku em îmzaya Muslim qebûl nakin û nûneratiya me nake û em biryara xwe bi serê xwe distînin. Gelo rêkevtin bi kê re tê kirin?”

Ewnî anî ziman ku wan ji Başûrê Kurdistanê ve bi hemû awayî hemû cure alîkarî ji PYDê û Rojavayê Kurdistanê re şandiye. Ewnî got: “PYD nikare înkar bike, ku çek jê re çûye, pere çûye, erzaq çûye û şandên wan hatine û çûne û nexweş û birîndarên wan hatine dermankirin