Rojava News: Li Şirnexê gel ji bo şikandina dorpêç û êrîşên li hemberî Cizîr û Silopiyê dest bi meşekê kir, di meşê de girseya meşwanan rastî êrîşa hêzên dewletê hatin û Ji ber êrîşan şer û pevçûn derket.
Piştî êrîşên artêşa Tirkiyeyê ya bi ser girseya xwepêşandara re gelê Şirnex û yê ji derdorên wê tevlî meşê bûne bi dûruşma "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" bersiv da.
Girseya gel ji bo xwe bigihîne Cizîr û Silopiyê, meşa xwe bi biryardarî didomîne.
Lê belê hîna li bajêr şer û pevçûn berdewamin.
