Dirbêsiyê.. çekdarên PYDê 2 welatiyên Kurd girtin

Dirbêsiyê.. çekdarên PYDê 2 welatiyên Kurd girtin

Rojava News: Duh,çekdarên PYDê 2welatiyên bajarê Dirbêsiyê girtin û ew birin cihekî nenas.

Li gorî agahiyan, Duh danê Sibehê, çekdarên PYDê avêtin ser mala herdû welatiyên bi navê Mihemd Sîno û kamîran Sîno û ew girtin bêyê ku ti sedemekê bidin xuyakirin û ta niha çarenivîsa wan ne diyare.
li gorî heman agahiyan ku, otombîla PYDê ya ku li gel wan bû di dema êrîşa wan ser malên herdû welatiyan jimara (Nemreya) wê Heleb bû.

Tê zanîn ku ew herdû welatiyên Kurd ev demeke li herêma Kurdistanê dijîn lê bi mebesta seredanê bajarê xwe vegeriyabûn Dirbêsiyê.

Nalîn Hesen

10:10:38