Rojava News: Balafirên Rûsî duh piştî nîvro bajarê Babê li gundewarê Helebê bombebaran kir û di encam de bi dehan welatî kuştî û birîdar ketin.
Çalakvanekî ji bajarê Babê ragihand ku balafirên Rûsî çend taxên Babê bombebaran kirin û di encamê de 11 welatiyên sivîl hatin kuştin û 20 ji birînadr bûn.
Li gorî heman çalakvanî ku ji bilî bajarê Babê, balafiran êrîşî bajarokê Tadef ya li heman deverê kir û bi sedema wê jî 7 welatiyên sivîl hatin kuştin û 10 birîndar bûn.
Nalîn Hesen
10:52:16
