Rojava News: Îro, 7 sal li ser koça dawî ya sekretêrê berê yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-partî) re derbas dibe ku di 22-12-2008an de jiyana xwe jidest da.
Mihemed Nezîr Mistefa bi nexweşiya penceşêrê ketibû û dihat derman kirin, lê di 22-12-2008an de jiyana xwe jidest da. Nezîr Mistefa yek ji kesayetiyên binavûdeng yên tevgera kurdî li Kurdistana Sûriyê bû. Wî ji ber xebata xwe ya siyasî gelek salan jiyana xwe di zindanê de derbas kir.
Mihemed Nezîr Mistefa di sala 1939an de li bajarê Dêrikê li Kurdistana Sûriyê jidayikê bûye. Salekê piştî damezirandina Partiya Demokrat ya Kurd li Suriyê di sala 1957an de Mihemed Nezîr Mistefa kete nav rêzên partiyê û di demeke nêzîk de bû kadroyekî bilind.
Di sala 1973an de ew ligel komek ji hevalên xwe yên partiyê ji ber helwesta wan ya li hember siyaseta erebkirinê ya rejîma Esed hat girtin, û heşt salan di zindanê de ma. Piştî derketina ji zîndanê wî dev ji partiyê berda û di sala 1996an de dîsa lê vegeriya, piştî mirina sekretêrê wê yê hingê Kemal Ehmed di bûyereke trafîkê de.
11:07:53
