Rojava News: Piştî hewldanên komarên zilhêz û korarên deverê di derbarî Sûriyeyê ku gelek civîn û gelek kongir li ser kêşeya Sûriyeyê hatin li darxistin berî civîna Encumena Ewlehiya navdewletî Encumen giheşt biryarakê bigiştiya endamên xwe di derbarî kêşeya Sûryeyê de di 18/12/2015 bi jimara 254 biryar di bêje : pêwîste ku çaerseriyeke siyasî ji bo kêşeya Sûriyeyê bê dîtin
Di derbarî vê biryarê de Encumena Niştimanî ya kurdî li Sûriyeyê da ev daxuyanî belav kir “ derkatina vê biryarê hêviyên melyonan ji milletê Sûriyeyê vejand da ku hemû êşên xwe ji bîr bikin û karibin tîrorê ji nav bibin ev biryar tekez dike li ser çarenivîseke siyasî ji bo kirîza Sûriyeyê û ev yek cihê dil xweşya meye ji ber ku ev biryar hatiye standin li ser bingeha Cinêvê û daxuyaniya Viyênayê di 14/11/2015 ku diwan daxuyaniyan de rê vedibû ji bo çarenivîseke siyasî ku sitem kariyê bi dawî bîne û daxwazên miletên Sûriyeyê ji bo azadiyê rûmetê bicih bine em weku daxwaza bêkanîna vê biryarê dikin di rawastandina şer de em bale dikşînin ser bêhayiya gihişt kurdan li kongira Riyazzê ji aliyê nûneratiyê de ji ber ku kurd her demê çalakbûn di opzosyona Sûriyeyê de pêwitbû ku mafên kurdan hatiba bicih kirin di wê kongirê de her em tekez dikin ku çi çareserî li Sûriyeyê çêbibe pêdviye ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê têda bê parastin
Encumena Niştimanî Kurdî li Sûryeyê biştgirya vê biryarê dike û dibîne ku li hevkirin dinavbera opozosyonê de dê bibe riya çareseriyê ji Sûryaya paşerojê de ku cihê sitem kariyê tê de nine
Emîndariya Giştî ya Encumena Niştimanî Kurdî li Sûriyeyê
Hisên Şakir
