Rojava News: Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Êmînkî ragihand ku, ew li Parlamentoya Kurdistanê rêgirtina li ala pîroz a Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin.
Ceifer Êmînkî di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Em di dema ku wê helwesta kurdistanî ya wan birêzan bilind dinirxînin ku bergirî li ala pîroz a Kurdistanê kirin, em wan hemû hewlan şermezar dikin, ku dixwestin rê li pêşiya bilindkirina ala Kurdistanê ya ku li herçar perçên Kurdistanê tê bilindkirin û kurd şanaziyê pê dikin, bigirin.”
Êmînkî wiha got: “Ev yek di demekê de ye ku ew al bi fermî û bi qanûnî di Parlamentoya Kurdistanê de îtîraf pê hatiye kirin, di wî parlamentoya ku li ser daxwaza Serok Barzanî û bi piraniya dengên parlamenteran hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi hewara Kobanî ve şand û karî ligel şervanan wî bajêrî û derdora wî ji destê DAIŞê derxînin.”
Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê wiha domand: “Em di Parlamentoya Kurdistanê de ji bilî ku wî karî şermezar dikin, em çaverên e ku desthilatên Rojava rêya rast û dirust bigirin û wê şaşîtiyê rast bikin û xelkê xebatgêr rizgar bikin, ku bergirî li bilindkirina ala pîroz a Kurdistanê kirin, eger ew yek jî neyê kirin emê riyên qanûnî li dijî wan kesên ku ala pîroz a Kurdistanê binpêkirin, doza qanûnî vekin.”
08:55:43
