Rêjîma Esed taxa Şêx Meqsûd topbaran kir

Rêjîma Esed taxa Şêx Meqsûd topbaran kir

Rojava News: Balafirên rêjîma Esed 4 bermîlên teqîner avêtin ser taxa Şêx Meqsûd ya Kurdan li bajarê Helebê.

Li gorî agahiyan, Balafirên rêjîma Esed, 4 bermîlên teqîner avêtin ser taxa Şêx Meqsûd, di encam de 3 welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dan ku yek ji wan zarok bû.

Li gorî heman agahiyan, du encama wê bombebaranê de bi dehan birîndar jî hebûn.

Herweha ji bilî ziyanên canî ,ziyaneke mezin gihişte mal û milkên welatiyên taxa Şêx Meqsûd. 

Nalîn Hesen

09:11:41