Rojava News: Cebhet ElNûsra (baskê Elqaydê li Sûriyê) duh, careke din 2 gund li gundewarê başûrê Efrînê topbaran kir û di encam çend welatî birîndar ketin.
Jêderekî taybet ji Rojava News re eşkere kir ku duh ElNûsra, her yek ji gundê Basûfanê û gundê Îska ya girêdayê bi navçeya Şêrawa bi topên Hawinê topbaran kir.
Heman jêderî tekez kir ku di encama wê topbaranê de 3 welatî birîndar bûn ku yek ji wan jin bû, û gelek ziyanên madî giheşt zeviyên gundiyan û malên wan.
Nalîn Hesen
09:38:58
