Rojava News: Li Dêrezorê Zarokeke 13 salî ji aliyê rêxistina terorîstî DAİŞê ve bi tohmeta pêwendiyê li gel kurda û wêneyê Ala Kurdistanê hate kuştin.
Zaroka 13 salî yê bi navê Siyamend Osman Alî dema li Cafe İinternet li gel xalê xwe yê penaber li Herêma Kurdistanê di axivî, ji aliyê DAİŞê ve bi sedema ku pêwendiyê wî bi Kurdistanê re heye hate desteserkirin. Herweha dema mobîla wî jî kontrolkirin ku profila wî ya whats Uppê jî Ala Kurdistanê ye biryara sêderedanê di derbarê wî de dan.
Hatiye zanîn zaroka 13 salî Siyamend Osman Alî li bajarokê Sorê yê bi ser Dêrezorê ji aliyê çekdarên rêxistina terorîstî DAİŞê ve bi gulelêdanê hate kuştin.
Siyamend Osman Alî xelkê devera Qamişloyê ne lê belê bi sedemên kar û berê aborî ew û malbata wî li bajarokê Sorê niştecî bû ne.
Bavê Siyamend Osman aniha jî li devera Sorê xwedî dikaneke terzîhane ye.
11:12:21
Şanaz Emin
