Rojava News: Duh li bajarê Qamişlo li baregiha PDK_Sê , ENKSê çilrojiya herdû şehîdên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê Ehmed Qiço û şêrzad masûm yên ku di operasiyona rizgarkirina Şingalê de şehîd bûn vejand .
Di Rêwresimê de gotina ENKSê ji aliyê Mihsin Tahir ve serokê encumenên xwecihî di ENKSê de hate xwendin ku tê de hat, TEV DEM astengiyan li pêşiya yekrêziya hêza kurdî derdixe.
Û li ser derbasbûna pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê jî Tahir got : "ew mijar girêdayî bi hindek rêkeftinên kurdî û hevbendiyên derve re ye, lê di dawî de her wê hêza pêşmerge cihê xwe di Kurdstana Sûriyê de bibîne ".
Di wê çalakiyê de gotina malbata herdû şehîdan hate xwendin li gel xwendina hin helbest û sitranan , û di dawî de hin dîmenên şanoyî hatin pêşkêşkirin.
Rifat Hacî
12:20:25
