Rojava News: Li bajarên Kurdistana Sûriyê, çekdarên PYDê bi pilaneke nehênî xelkê neçar dikin ku mal û dukanên xwe bifroşin simsarên wan di bin gefa desteserkirinê de.
Jêderên taybet ji Rojava News re dan xuyakirin ku piştî biryara destserkirina mal û milkên koçberbûyan û agihdana xelkê hin birrevanên(simsar) ku ji alîgirên PYDê ne li nav xelkê digerin bi rengekî nehênî di agadariyeke pêşwext de biryara destserkirina malên kesû karên wana diguh wan ve derdixin , û pêşniyara kirînê didine wan bi bihayekî arzan kû keysê li wan tênin .
Li gorî wan jêderan, ku ev karê bazirganiya cambazî diyardeyeke nû ye ji kiryarên PYDê û armanca wê valakirina navçiyan û guhertina dîmografiya kurdistana Sûriyê ye.
Rifet Hacî
12:39:11
