6:15:37 PM
RojavaNews: Cîgira serokê Encûmena Niştmanî ya kurd li Sûriyê, Fesle Yûsif, di hevpeyvînekê de ragihand ku tu hêvî nemane ku careke din ENKSê û TEV-DEMê lihev bikin, ji ber ku PYDê dixwaze wan di nav xwe de bihelîne û tu aliyek ji blî wan li rojavayê kurdistanê tune be.
Di derbarê hêza pêşmergeyên rojavayê kurdistanê de jî, cîgra serokê ENKSê got nûnerekê pêşmergeyên rojavayê kurdistanê di encûmena leşkerî ya bi ser hevpeymaniya Niştmanî ya opozisyonê ve heye, û ew hemahingiyê dikin ku hêza pêşmergeyên rojavayê kurdistanê bibe beşek ji hêza Sûriyaya bê re.
Zozan Yûsif
