Cizîrê: Di encama topbaranê de agir bi malan ket!

Cizîrê: Di encama topbaranê de agir bi malan ket!

Rojava News: Li navçeya Cizîrê ya bi ser Şirnexê di encamê êrîşên giran û topbaranên ku tê kirin de agir bi gelek malan ket.

Doh derengiya şevê  li gereka girê Banê di encama topbaraneke  giran de agir bi gelek malan ket û ji ber ku  İtfaiye jî ji bo tefandinê agir naçin agir bêtir belav bu.

Welatiyên deverê ku dixwazin agir vemrînîn ji rastî gulebarana polîs û leşkerê Tirka tên û nikarin agir vemirînin.

Wesayîtên zirxî yên li ser girên navçeyên Cûdî, Nûr û Sûrê hatine bicihkirin topbaranê hê jî didomînin.

 

10:36:27

Şanaz Emin