Rojava News: Li Nisêbînê navçeya Mêrdînê derketina derva ku ew 10 rojbûn qedexe bû hate rakirin.
Qeymekamiya Nisêbînê di daxuyaniyekê de got; ji îro sere sibêhî demjimê 10a pê ve qedexeya derketina derva hatiye rakirin.
Qaymeqamiya navçeyê aşkere kir ku, li navçeyê bi sedema pêşî lê girtina bûyerên terorê ku zêde bibûn, bi armanca parastina ewlekariya can û malê hemwelatiya, liser bingehê asayîş û bexteveriya xelkê herêmê li gorî hikmê qanûnî li taxên ku hatine diyarkirî de bi armanca hemwelatî zirar nebînin qedexeya derketina kolanan ku hatibû ragihandin 24.12.2015 demjimêr 10.00 pê de hatiye rakirin.
Lê belê qedexeya derketina derva hîna li gelek navçe û gerekê din yê bajarê Bakurê Kurdistanê berdewame.
