Rojava News: Rojnameyeke Tirkiyê belav kiriye ku rêberê PKKê Abdullah Ocelan gotiye, şerê niha yê PKKê li nav bajaran de “şaş e, gel jî piştgirî nake lewma vê gavê tiştek ji destê min nayê”.
Rojnameya Taraf a Tirkiyê, di hejmara xwe ya îro de li ser zarê “rayedarên dewletê” ragihandiye ku rêberê PKKê Abdullah, ji ber şer û aloziyên vê dawiyê yên li Bakurê Kurdistanê, him PKK rexne kiriye him jî dewlet.
Li gorî nûçeyê, Ocelan bersiva bangên zindîkirina “pêvajoya çareseriyê” daye û gotiye, “Ezê nekaribim tiştekî bikim çimkî PKKê rewş şaş xwendiye û bûye darê destê hêzên navdewletî. Bi şerê xendekan jiyana gel xistiye metirsiyê. Gel jî ev dîtiye ji ber wê jî pişta PKKê nagire. Ti şerek bêyî piştgiriya gel bi ser nakeve…”
Ocelan ji 6ê Nîsana îsal ve, ne bi malbata xwe re hevdîtin kiriye ne jî bi şanda Îmraliyê ya HDPê re.
