12:23:50 PM
Rojava News - Hewlêr : Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja jidayîkbûna Hz. Îsa (Kirîsmes) û sala nû ya zayînî li mesîhiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir û got: “Kurdistan welatê we ye, bi azadî û serbilindî tê de bijîn.”
Îro (25ê Kanûnê) roja jidayîkbûna Hz. Îsa (Kirîsmes) e. Bi vê helkeftê Serok Barzanî peyamek belav kir û Kirîsmes li mesîhiyên Kurdistanê pîroz kir.
Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye ku di van salên dawiyê de mesîhî li Iraqê rastî êriş û înkarê hatin û di encama êrişa DAIŞê de cihên dîrokî, bajar û gundên wan li parêzgeha Mûsilê ketin destê wan hovan. Barzanî wiha domandiye:
“Lê şukur ji Xwedê re ku terorîst ji aliyê Pêşmerge ve hatin şikandin û bi hêviya Xwedê tinekirina wan jî nêzîk bûye û xûşk û birayên me yên mesîhî dê bi serbilindî vegerin ser warê xwe.”
Serok Barzanî di beşek ji peyama xwe de jî destnîşan kiriye ku Kurdistan welatê mesîhiyan e û ew dikarin bi azadî û serbilindî tê de bijîn.
