12:32:39 PM
Rojava News - Qamişlo : Partiya Demokrat a Kurdistanê- Sûriye (PDK-S) ragihand ku Kongreya Riyazê ya aliyên dijbereya Sûriyê berhemeke navdewletî bû û di heman demê de jî vegera Pêşmergeyên Rojava bo nav kurdistana Sûriyê bi daxwazeke niştmanî da zanîn.
Di rapora xwe ya siyasî de, PDK-S bal kişand ser Kongreya Riyazê ya hêz û aliyên dijbereya Sûriyê ku di 9 û 10 vê mehê de li Erebistana Siûdiyê birêve çûbû û ew kongre bi berhemeke navdewletî binav kir, ji ber ku ev kongre li gorî PDK-Sê bi biryara welatên herî mezin li dinyayê hatbû lidarxistin.
PDKSê ragihand ku tevahiya aliyên dijbereyê li hember vê kongreyê nerazîbûn û nûnerên kurdan jî nerazîbûna xwe anîbûn ziman, ji ber ku behsa navê gelê kurd tê de nehatbû kirin.
Di dawiya reporta xwe ya siyasî de, PDK-Sê da zanîn ku Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) hewl dide ku rê li ber hatina Pêşmergeyê Rojava veke û vegera vê hêzê bo nav Rojavayê Kurdistanê bi daxwaza gel da zanîn.
