Şer li gundewarê Efrînê berdewam e

Şer li gundewarê Efrînê berdewam e

12:43:23 PM

Rojava News - Efrîn : Grûpên Îslamî yên tundirew 5 gundên Efrînê didin ber topan, her ku diçe jî jiyana xelkê dijwartir dibe.

Ev heyamê 27 rojin ku Eniya el-Nusrayê, Ehrar El-Şam, Ehrar Sûriya û hin komên xwînrijên di bin sîwaneya Odeya Fetih Heleb de ne, herêma Efrînê dorpêç kirine û êrîşî gundên wê dikin.

Li gorî malpera Kurdistan 24 (K24) diyar kiriye ku, wan grûpên Îslamî yên tundirew gundên Basûfan, Cilbirê û Başemrê yên girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê bi çekên giran û gundê Bênê bi topên hawanê topbaran kirin.

Ji ber dorpêça li ser Efrînê, jiyana xelkê gelek dijwar bûye û welatiyên herêmê berdewam banga alîkariyê ji rêxistinên xêrxwazî yên herêmî û navdewletî dikin.

Li aliyê din jî çeteyan bi çekên giran û sivik êrişî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin.