El-Nusra taxa Şêxmeqsûd topbaran kir

El-Nusra taxa Şêxmeqsûd topbaran kir

Rojava News: Grûpên çekdar û bi taybetî Eniya El-Nusra li ser topbarana taxa Şêxmeqsûd ya kurdan li bajarê Helebê berdewam in.

Li gorî malpera femî ya PDK-Sê, îro serê sibehê Eniya El-Nusra bi topên hawin taxa Şêxmeqsûd kiriye armanc û bi sedema wê toppbaranê çend kes birîndar bûne.

Herweha Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan anî ziman ku (YPG) bersiva vê topbaranê da û deverên di bin destê El-Nusra de li Kastêlo û Şeqîfê dane ber topan.

Taxa Şêxmeqsûd dikeve bakurê rojavayê bajarê Helebê û piraniya niştecihên wê kurd in ku ev nêzîkî 3 mehan e di bin dorpêça grûpên çekdar de ye.